5 komên çekdar ji 3 aliyan ve êrişî YPGê kirin!

Çekdarên çend komên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê ji 3 aliyan ve êrişî şervanên YPGê û Ceyş El-Suwar kirin û şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket.

5 komên çekdar ji 3 aliyan ve êrişî YPGê kirin!
Advert

 

Komên çekdar ên Islamî yên ser bi opozisyona Siriyê ve yên wek Eniya El-Nusra, Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Ceyş E-Sunne, Feyleq El-Şam bi zirêpoş û tankan ji sê aliyan ve êrişî şervaanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) û hêzên Ceyş El-Suwar li devera Til Rifet û Eyn Deqne li bakurê Helebê û rojhilata Efrînê kirin.

Derbarê êrişê de medyayên nêzîkî YPGê ragihandin, ku şervanên YPGê û Ceyş El-Suwar ew êrişa berfireh a çekdarên dijbereyê têk birine.

Her li gorî ragihandina YPG çekdarên grûpên islamî dixwestin bajarokê Til Rifet û gundê Eyn Deqnê ku di bin kontrola hêzên YPG û Ceyş El-Suwar de ne, bixin bin destê xwe, lê piştî şerekî giran ji sibê heta êvarê ew êrîş hat şikandin.

Fermandarekî Ceyş El-Suwar, ku YPGê hêza sereke ya wê ye, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ji Rûdawê re ragihand, şer ji danê sibê seat 09:00 de dest pê kir û heta 7ê êvarê berdewam kir.

Bi gotina wî fermandeyî Ceyş El-Suwar di encamê de 11 hevalên wan şehîd ketin û 7 jî birîndar bûn, lê wan gelek çekdarên hêzên îslamî kuştin û termê 24 ji wan di destê wan de ne.

Wî fermandeyê Ceyş El-Suwar diyar kir ku, piraniya şehîdên wan bi top û roketên dewleta Tirkiyê yên ku ji sînora Kilîs a Bakûrê Kurdistanê ve davêtin, şehîd ketine, û vê sibê jî ew şer bi awayekî nav bi nav berdewam kir, lê ti encam jê nehat girtin.

Herwiha wî fermandeyê Ceyş El-Suwar got, dewleta Tirkiyê ji opozisyona îslamî ya li Ezazê re gotiye dive hûn Til Rifet û Eyn Deqneyê bistînin, lê heta niha hêzên wan li ber xwe didin. Bi gotina heman fermandeyî gelek caran çekdarên DAIŞê û yên opozisyona îslamî bi hev re êrîşî hêzên Kurdî li herêmê dikin.

Rûdaw

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek-Hilvan Arası Kaza; 9 Aylık Bebek Hayatını Kaybetti
Siverek-Hilvan Arası Kaza; 9 Aylık Bebek Hayatını Kaybetti
Siverek'te Taşımalı Eğitim Öğrencilerine Yönelik Örnek Proje
Siverek'te Taşımalı Eğitim Öğrencilerine Yönelik Örnek Proje