Em li Şirnexê ji dewsa pakêtên diyariyan darbestan vedikin

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr li Şirnexê bû. Di derbarê rewşa Şirnexê de got ku; “Em ê pakêtên xelatan nedin zarokên xwe. Îro insanên Şirnexê, Cizîrê û Silopiyê pakêta diyariyan venakin. Îro em li pêşiya Morga Tiba Edlî darbestan vedikin. Dibe ku li Enqerê, Îzmîrê û Stenbolê pîrozbahiya sersalê bibe.”

Em li Şirnexê ji dewsa pakêtên diyariyan darbestan vedikin
Advert

Parlamenterên HDPê Osman Baydemîr, Ayşe Acar û Alîcan Onlu ji ber qedexeya derketinên derve yên li navçeyên Cizîr û Silopiyê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê daxuyanî dan.

Baydemîr da zanîn ku di sala 2015an de tu rojên ku mirin û kuştin çênebûn tunebûn. Her roj pevçûn hebû, zilm û zordariya dewletê hebû. Girîn û qîrîn hebû, tirs hebû. Îro 30ê Berfanbarê ye. Di serî de hevserokên me, hevserokên partiya herêma me, hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk, parlamenterên me û rêxistinên civaka sivîl, îro di saet 4an de bên cem hev. Em ê vê tundiya dewletê, zilm û zordariya dewletê şermezar bikin û em ê ji vê rewşê re bêdeng nemînin. Ji ber vê yekê em ê li navenda Şirnexê bin.”

Me yê îro bi gelê xwe yê Şirnêxê ve pêşwaziya heyeta azadiyê bikira. Lêbelê ji ber astengiya dewletê, bêtehamuliya dewletê şandeya me nikarî werî. Vê şevê şandeya me dê li Sêrtê bimîne. Em ê sibe careke din piştî nîvroyê wan pêşwazî bikin.

Baydemîr wiha dirêjî da axaftina xwe û got: “ Li gelek deverên Tirkiyê em dizanin ku gel bi hêviyeke mezin li benda sala nû ne.  Em jî bi tirsekê li benda mirineke din in. Li benda xebereke bi êş in. Îro li gelek deverên dinyayê zarok, jin, kal û pîr bi coşeke mezin, bi hêviyeke mezin derbasî sala nû bibin.”

Em îro li pêşiya deriyê morgê ne. Saeteke din an sibehê wê çibibe em nizanin. Ji ber vê her tim fikarek li ser me heye. Civakek, li ser êş, dilxweşî, xemgînî û bi hevpariya derdan çêdibe. Lêbelê êş û elemên herêma me îro insanên li rojavayê Tirkiyê eleqedar nakin.”

zamankurdi

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
ASIL HEDEF ERDOĞAN!
ASIL HEDEF ERDOĞAN!
Fettahlı'dan Siverek İçin Önemli Talepler
Fettahlı'dan Siverek İçin Önemli Talepler