Advert
Advert

ENKS û PYD beşdarê Cenevreyê dibin

Civîna Cenevreyê bû rojeva herî germ a civata navdewletî û ya kurdan. ENKS ku di nava Opozîsyona Sûriyê de cih digire, ji bo ku dengê kurdan bilind bike kampanyaya îmze ya daxwazên kurdan dimeşîne. Herwiha PYD jî astengên dîplomatîk derbas kiriye û beşdarî civînê dibe.

ENKS û PYD beşdarê Cenevreyê dibin

Civîna Cenevreyê ya 3’em bû rojeva herî germ a civata navdewletî û ya kurdan. ENKS a ku dibin banê Opozîsyona Sûriyê de wê tevlî civînê bibe, ji bo ku dengê kurdan bigihijîne cîhanê li kampên Rojava û RHK’ê kampanyaya komkirina îmzeyan birêve dibe. Herwiha PYD jî wê astengên dîplomatîk derbas bike û tevlî civînê bibe. Rayederên dewleta Tirkiyê diyar dikin ku ew destûr nadin PYD beşdarî civînê bibe, lê PYD jî dide zanîn ku ew pêbendî biryarên civîna ku beşdarî lê nekiriye nabe. Hat ragehandin ku di serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Jo Biden ya Tirkiyeyê de di derbarê tevlîbûna PYD’ê de asteng hatine rakirin. Li herdû civînên Cenevreyê yên beriya niha PYD nehatibû ezûmandin û ENKS jî wek beşek opozîsyona Suriyê tevlî civînan bûbû.

Ji bo çareserkirina şer û qeyrana li Sûriyê, dihat pêşbînî kirin ku vê 25’î mehê li Cenevreyê rêzecivîna 3’em tê lidarxistin, lê NY eşkere kir ku wan li ser nûnerên opozîsyona Sûriyê biryar nedaye û hîn daxwazname nehatine şandin. Rojeva dîplomasiya navnetewî bû rewşa PYD ku hê jî teqez ne diyare ku wê tevlî bibe an na.Endamê Komîteya Navendî yê PYD’ê Mehmud Beşar, ragihand ku ji bo çareserkirina qeyranê hewl didin, lê heke neyên daxwazkirin ew biryarên civînê jî nasnakin.

Di derbarê civîna Cenevreyê ku tê pêşbînîkirin di dawiya vê mehê de pêk bê de, Endamê Komîteya Navendî yê PYD’ê Mehmud Beşar,ji BasNûçe’yê re axivî û diyar kir ku Rêveberiya Kantonan û Meclîsa Sûriya Demokratîk bi hêzên navnetewî ên mezin re hevdîtin kirine lê tu encam ji van hevdîtinan derneketiye. Mehmud Beşar wiha axivî: “Hîn jî ne diyar e ku wê ji opozîsyonê kî beşdar bibe an nebe. Lê xuyaye ku li ser beşdarnebûna me lihevhatinek heye. Li  gor lîsta DYA’yê li hêzên herêmî li pêşiya beşdarbûyîna me astengiyan derdixînin. Tirkiye jî ji bo ku em beşdar nebin di nava hewlan de ye. Eger rêveberên Rojava beşdar nebin, wê Cenevreyê jî nasnekin.”

“Tirkiye ji PYD’ê re dibe asteng”

Mehmud Beşar amaje bi wê yekê kir ku PYD hewldide beşdarî civîna Cenevreyê bibe û got ku li Stenbol, Enqere û gelek cihên din civîn hatin kirin, lê tu encam jê derneketin. Beşar axaftina xwe wiha domand: “Ji bo beşdarbûyîna Cenevreyê helwesta me nagûhere û Cenevre 4-5 jî çêbibe tu tişt nagûhere. PYD partiyeke ku hemû hêzên demokratîk di navê de cih digirin, li Rojavayê Kurdistanê. Li Cenevreyê tu biryar bên stendin jî heke em tevlî nebin em wan biryaran qebûl nakin.”

Mehmud Beşar li ser kiryarên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava jî sekinî û got ku ev sê sal in xaka xwe diparêzin. Ege rêrişek ji Tirkiyeyê bê ew ê şer bikin û axa xwe biparêzin.” Beşar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji bo ku qeyrana li Sûriyê çareser nebe, hewl dide û nasekine. Carînan piştgiriya Artêşa Azad dike, carînan hêzên din û carînan jî piştgiriyê dide DAIŞ’ê. DAIŞ’ê bi alîkariya Tirkiyeyê Girêsipî stendibû.”  

Beşar ragihand ku Tirkiye ji bo ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bisernekeve di nava hewlan de ye. Beşar diyar kir ku ew destûr nadin ku Tirkiye derbasî Rojava bibe û çi ji destê wan bê ew ê bikin.” Beşar wiha axivî: “Em weke PYD wê biryarên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriya Demokratîk qebûl bikin û tu ji destê me bê em ê bikin. MSD û HSD ne tenê ji Rojava, ji  hemû Sûriyê berpirsyar in. Ji Reqqa û Cerablûsê berpirsyar in, wê di vê mijarê de gav biavêjin.”

Li aliyê din di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyê ku bi nêzîkatiya xwe ya bi opozîsyonê re tê nasîn de hat gotin ku li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, Wezîrê Navxweyî yê Sûriyê Muhammed Îbrahîm El-Şear, Rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl û Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl hatine bahev. Li ser vê mijarê ajansa alman DPA’yê jî nûçeyek çêkir û ragihand ku rêveberê PKK Sabri Ok jî tevlî vê civînê bûye.

Îbrahîm Kurdo: Em beşdarî Cenevreyê dibin

Hat zanîn ku wê PYD beşdarî civîna Cenevreyê bibe. Rawêjkarê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo ji BasNûçe’yê re axivî û got: “Cîgirê Serokê DYA’yê jî hat Tirkiyê, xwest ku hemû alî beşdar civînê bibin. Di derbarê vê meseleyê de danûstendin bi derve re tên kirin.” Her wiha Kurdo da zanîn ku ew ê civîna ku dihat çavêrêkirin ku di 25’ê Çileyê de pêk were jî hatiye taloqkirin û wiha berdewam kir: “Civîna 25’ê Çilê hat rawestandin  û ji bo pêşerojê hat taloqkirin. Divê bi navê MSD’ê em beşdarî civîna Cenevreyê bibin. DYA jî Rûsya jî û welatên Ewrûpa jî dizanin ku em beşdar nebin tu wateya wê namîne. Li Erebîstana Siûdî danûstendin hatin kirin. Cîgirê Serokê DYA’yê Jo Biden li Tirkiyeyê xwest ku hemû alî beşdarê civînê bibin. Heta niha dawetnameyeke fermî ji me re nehatiye. Lê belê bi aliyê hin qenalên din soz hatiye dayîn ku PYD û endamên MSD’ê beşdarî civînê bibin”

Davutoğlu: Nabe ku PYD beşdar bibe

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, li bajarê Davosê ya Swîsreyê, di Foruma Aboriyê ya Cîhanê de axivî û got ku hin derdor ku Rûsya jî di nav deye, hewl didin ku PYD’ê jî tevlî nûnerên opozîsyonê bikin û bi vî awayî pêvajoyê xera bikin.Davutoğlu, di hevdîtina xwe a bi nûnerên saziyên medyayê ên îngîlîz re jî axivî û ev tişt gotin: “Nabe ku PYD beşdarî civînan bibe. Ji ber ku hevparê sizayên rejîma Esad e. Eger gelek bixwazin bila li aliyê rejîmê rûnên.”

Konseya Ewlekariya ya NY’yê, di civîna 18 Berfanbar 2015’an de pêşnûmeya dabînkirina agirbestê, damezrandina hikûmetek demkî, makezagona nû û çêkirina hilbijartinan bi yekitiya dengan pejirandibû. Di biryarê de, bi pêşengiya NY di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê de destpêkirina muzakereyan hatibû destnîşankirin û ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî herdû alî vexwendibû bajarê Cenevreyê.

“Leşkerên rus nehatine Qamişlo”

Li aliyê din demên dawiyê gelek nûçe di derbarê derbasbûyîna leşkerên biyanî ji bo Rojava di çapemeniyê de derdikevin. Mehmud Beşar ev jî derewandin û got, “Tu hêz li Rojava bicih nebûne. Cihê ku xwe rêveberî, YPG, YPJ û HSD lê bin tiştek wisa ne pêkan e. Li vir ji bo piştgiriya Hêzên Suriyeya Demokratîk hin hêzên navnetewî hene ew jî ji esmanî piştgiriyê didin. Ne Rûsya ne jî tu hêzên din li Rojava bicih nebûne.”

Di çapmeniyê de hatibû ragihandin ku Rûsya bi 100 leşker û endezyarên xwe ve derbasî Rojava bûye û çavkaniyên li herêmê jî ev piştrast kiribûn. Tê gotin ku kapasîteya balafirgeha navnetewî ya li Qamişlo tê bihêzkirin ku balafirên rûs ên şer û kargoyê bikarbînin. Û tê ragihandin ku Moskowayê bi vê armancê leşker û endezyar şandine herêmê. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Nabi Avcı gotibû ku leşkerên rûs li Qamişlo ne û rûs, PYD û rejîm bi hev re tevdigerin.

“YPG wê Cerablûsê bistîne”

Rojnameger Mistefa Balî ji BasNûçe’yê re axivî û destnîşan kir ku kiryarên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê Rojava dibin sedema gûman an. Mustafa Balî diyar kir ku li Cerablûsê  bûyerên mezin diqewimin û got, “Artêşa Tirkiyê ev du roj in bi awayekî lez û bez dikeve Cerablûsê û vedigere. Liv û tevgerek li herêmê heye. Artêşa Tirkiyê piştgiriya DAIŞ’ê dike û mayînên li ser sînorê Cerablûsê radike.”

Balî, da zanîn ku operasyona Bendava Tişrînê jî, nû qediya ye, lê belê şer û operasyonên li Cerablûsê didomin. Balî wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dibe ku heta biharê jî bidome. Li Cerablûsê rewşeke zelal tune ye. YPG radigihîne ku wê bigihije Efrînê.”

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı