Advert
Advert

HDPî jî AK Partiyiyên li Amedê jî daxwaza aştiyê dikin

Rêveberên HDPê dibêjin ji ber îhtîmala muzakereyan şerê li bajêran di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê kêm bûye û banga muzakereyan li hikûmeta AK Partiyê dikin.

HDPî jî AK Partiyiyên li Amedê jî daxwaza aştiyê dikin

 

Amed (Rûdaw) - Rêveberên HDPê dibêjin ji ber îhtîmala muzakereyan şerê li bajêran di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê kêm bûye û banga muzakereyan li hikûmeta AK Partiyê dikin. Rêveberên AK Partiya Amedê jî dibêjin ger PKK û HDP daxuyaniyên xwe nerm bikin û siyasetê normalîze bikin wê çaxê dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike. 

Li bajarên Bakurên Kurdistanê di meha Nîsanê de asta şer û pevçûnên di navbera dewlet û PKKê de li gorî meha Adarê kêm bûn. Tenê di meha Adarê de bi dehan leşker û polîs û YPSî di şer de jiyana xwe ji dest dan. 

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî vê yekê dibînin. Ew dibêjin şerê li bajêran kêm bûye  lê operasyonên leşkerî hêj neqediyane. Ew dixwazin hikûmet bi PKKê re dest bi muzakereyan bike. 

Hevseroka HDPê ya Amedê Gulşen Ozer ji Rûdawê derbarê vê yekê de wiha got: “Belkî li bajêran şer hinekî sekinî be lê hêj çend roj berê Licê bombebaran dikirin. Yanî li vî milî şer neqediyaye. Hûn dizanin şer bi şer naqede. Şer bi sîlehan naqede. Şer encax bi muzakereyan biqede. Ger muzakereyan jî şer hinekî sist kiribe divê muzakere çêbibin.”

Rêveberên AK Partiyê yên Amedê naxwazin li ser navê partiya xwe biaxivin. Ew dibêjin haya wan jê tune ye ka li pişt perdeyê diyalogek heye yan na. Lê ew jî di şûna çekan de riya siyasetê pêşniyar dikin.

Serokê AK Partiya Amedê Mihemed Dara Akar jî wiha got: “Ger di rojên pêş de PKK, HDP daxuyaniyên ku atmosfera şer nerm dikin, siyasetê normalîze dikin, tundiyê nerm bike, bidin dê pêvajoyek dest pê bike. Lê di rojên nêz de zehmet dixuye. 

HDPî jî AK Partiyiyên li Amedê jî daxwaza aştiyê dikin. Lê ji bo pêkanîna aştiyê daxwazên wan cuda ne. 

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı