Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran

Derbarê şerê li Cizîrê de wekîla HDPê Huda Kaya ji Sputnik Kurdistanê re axivî: 'Ew kesên ku dibêjin ez misilman im, ev 7 roj in li Cizîrê dengê banga şerîf birrîne. Ji ber ku dewletê banga şerîf jî qedexe kiriye, li ser minareyan nîşangir bi ser gel de guleyan dibarînin.'

Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran
Advert

Huda Kaya diyar kir ku di serdema serokamerekî ku ji ber helbestxwedinê hatiye zindankirin de, li Cizîrê mizgeft û nexweşxane bûne qişleyên polês û leşkeran. Nîşangir ji minareyan bi ser gel de guleyan dibarînin. Destûr nadin ku welatî pêdiviyên xwe bibînin, miriyên xwe defin bikin û birîndaran bibin nexwqeşxaneyê.
Cenazeyên Cizîriyan

Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan
Huda Kaya wiha berdewam kir: ‘Beriya çend rojan dema ez di riya Nisêbînê de diçûme Cizîrê, min rewşa wan însanan li ber çavên xwe dît. Gelek malbat, ajokar, maşîne ji bo ku biçin Cizîrê, ji hêla polêsan ve hatibûn sekinandin. A niha em dizanin ku xwarin û vexwarina wan însanan xelas bûye. Li bajêr jî av û ceyran birîne û em dizanin ku di nav gel de nexweşiyan dest pê kiriye.'
Huda Kayayê li ser rewşa Cizîrê ya însanî û wiha got: ‘Ew kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez misilman im' bila bizanibin ku, ev rewşa hanê ya ku li Cizîrê pêk tê heta niha li Gazzeyê jî pêk nehatiye. Cizîr di bin dorpêçkirinê de ye û xetereya qetliyameke mezin heye. Ew kesên ku li hemberî vê qetliyamê bêdeng dimînin wê ji mirovahiya xwe şerm bikin.
Cizîr

Li Cizîrê qetlîam: 8 kes hatin kuştin
Huda Kaya diyar kir ku li Cizîrê, duh êvarê polêsan êrişî bûkek û xwesiya wê kirine, di encamê de her du jî hatin qetilkirin û dergûşa li milê bûkê jî bi giranî birandar bûye.
Li agehdarkirina Huda Kayayê: 'Polês di hoperloran de gel tehdîd dike û ji gelê Cizîrê re dibeje ‘ev ji we re hê hindik e ku we deng dane HDPê.'
Huda Kaya di dawiya axafitina xwe de got ku ew kesên ku dibêjin ez misilman im, ev 7 roj in li Cizîrê dengê banga şerîf birrîne. Ji ber ku dewletê banga şerîf jî qedexe kiriye, li ser minareyan nîşangir bi ser gel de guleyan dibarînin.'
Ji aliyekî din ve li gorî agehiyên gihiştine ber destê ajansan, li Cizîrê şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di şerê duh êvarê de 8 kes ji aliyê polêsan ve hatine kuştin.Hefteyek e derketina derve hatiye qedexekirin, av û ceyran hatiye birîn.
'Ezanlar susmasın' diyenler! Cizre'de 6 gündür ezan yasak, okutulmuyor. Çünkü minarelerde keskin nişancilar konumlandı.

sputniknews

 

 

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup