Advert
Advert

Ji şer ra “na”, ji Kurdistanê re statu

Li Kurdistanê tarîx careke din tekerur dike; Gelê Kurdistanê careke din tûşî kuştin, wêranî û koçberîyê dibe. Dewleta Tirk bi navê “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al”ê û bi rêbazên tûnd û tûjîyê, dixwaze sîyaseta neçareserîyê berdewam bike.

Ji şer ra “na”, ji Kurdistanê re statu

Ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirkîyê re

Ji şer ra “na”, ji Kurdistanê re statu

Li Kurdistanê tarîx careke din tekerur dike; Gelê Kurdistanê careke din tûşî kuştin, wêranî û koçberîyê dibe. Dewleta Tirk bi navê “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al”ê û bi rêbazên tûnd û tûjîyê, dixwaze sîyaseta neçareserîyê berdewam bike.

Ev şerê ku careke din destpêkirîye, bûye sedema valakirina navçe û bajaran; bûyê sedema koçberîya bi deh hezaran gelê me. Dewleta Tirk bi rêya şîdetê dixwaze bigihêje armancên xwe; lê PKK jî bi navê “bi şerê çekdarî li bajaran avakirina herêmên azad’’ xendekan dikole û rê ji Dewleta Tirk re xweş dike. Di encamê de yê zararê dibîne gelê me ye, welatê me ye.

Va ye çend gav ji me wêdetir, li Sûr a ku mîrasên mîrovayetîyê di nav xwe de dihewîne, li Silopîyê, Cizîrê û li gelek navçeyên Kurdistanê zarok, jin, gelê me yê sivîl dibin hedefa êrîşan. Dewlet di nav kolanên ku gelê me tê de dijîn dixwaze bi tank û topan “asayîşê” pêk bîne. Gelê me, li ser xwarinê an gava ku li mala xwe rûniştînin, gava di kolanê de dimeşin, gava ku îbadeta xwe dikin, bi guleyan, bi top û tank û roketan têne kuştin. Birîndar nikarin biçin nexweşxaneyan, cenazeyên mirîyan bi rojan li kolanan dimînin, tu kes nikare midexele bike. Cenazeyên hinekan bi rojan di nav qerîsekan de li malan têne parastin.

Ew aîleyên ku mecbûr mane mala xwe terk bikin, li cem nas û dost û eqrebayên xwe yên hejar, di nav şertên perîşanî de, birçî û li ber sermayê nin. Aborîya van navçeyan îflas kirîye. Ew alîkarîyên ku tên kirin jî, li himber vê felaketa mezin, mixabin têra tiştekî nake. Alîkarîyên hinek dezgehên sivîl têne astengkirin. Rêveberîyên mehelî û şaredarî di vî warî de wazîfeyên xwe pêk naynin.

Di van rojên dawîyê de, bi taybetî zarok, jin û siyasetmedar bi zaneyî dibin armanca êrîşan. Dîsa behsa girtina partîyên sîyasî û behsa “bedel dayîna” sîyasetmedaran tê kirin. Aşkere ye ku ev sîyaset û helwest dê pirsgirêkan aloztir bike, rêya çareserîyê dê zêdetir bixetimîne. Ev ne di berjewendîya gelên Kurdistanê de jî, ne di ya gelên Tirkîyê de jî ye.

Em jiber vê rewşa xeter û nemirovane, bangî hemû cîhanê dikin ku midaxaleyekê bikin. Em careke din bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa, Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û hemû parastvanên mafê mirovan dikin ku, jibo ev şer raweste, li ser Dewleta Tirk û herweha li ser PKKê zextên xwe zêdetir bikin.

Em bangî hemû Walî, Qeymekam, Şaredar, Weqif, Dezgehên Sivîl û karsazên Kurdistanê û Tirkîyê dikin ku jibo gelê me yê Sûrê, Cizîrê, Silopîya û navçeyên din, alîkarîyeke berfireh ya însanî demildest bê organîze kirin.

Divê demildest Dewleta Tirk û PKK du alî bi awayekî mayînde şer rawestînin. Heta ku ev gav neyê avêtin, rêya dîyalog û çaresrîyê venabe. Divê hemû partî û rêxistinên sîyasî yên bakurê Kurdistanê, li gel garantorên navneteweyî bibin mixatabê Dewleta Tirk û pêvajoyeke çareserîyê ya bi van mixataban divê dest pê bibe. Divê Dewleta Tirk tank û top û leşker û tîmên xwe yên taybet ji nav navçeyan vekişîne û divê hemû xendek û barîkat jî rabin. Dewleta Tirk divê qedexeyên derketina kolanan betal bike û jiyan normalîze bibe.

Pirsa Kurd û Kurdistanê divê li ser esasê statuyeke wekhevî, edalet û hiqûqê, bi rêyên aştîyane û sîyasî bê çareser kirin. Jiber wê jî em dibêjin “Ji şer re ‘na’, Ji Kurdistanê re statu” û em bangî gelê xwe dikin ku, hêz û piştgirîyê bide van daxwazên me; ev daxwaz di eslê xwe de daxwazên rewa yên gelê me ne.

Em wek partî û tevgerên bakurê Kurdistanê careke din ji gelê xwe re aşkere dikin ku em ne navbencîyên hin alîyan e; em bi xwe alîyekî çareserîya pirsa Kurdistanê ne.

Em wek alîyê Kurdistanê, jibo çareserîyeke adilane û mayînde, amade ne, bi Dewleta Tirk re jî, bi PKKê re jî, bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê re jî, bi Yekitîya Netewan û Yekitîya Ewrûpa re jî hevdîtinan pêk bînin. Em vî şerî, van wêranî û kuştinên li ser gelê xwe û welatê xwe qebûl nakin.

08.01.2016 Diyarbekir

HEREKETA AZADÎ, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti
Valiler Kararnamesinde Şanlıurfa Valisi değişti
Valiler Kararnamesinde Şanlıurfa Valisi değişti