Parlamenterê HDPê: Em bi riya çiyan re dimeşin Cizîrê - Gel tî û birçî ye

Parlamenterê HDPê Adem Geverî ji Sputnikê re axivî û got: Em niha li ser riya Hezexê ne. Ji ber ku leşker pêşiya me digirin, carinan em di riya gund û çiyê re diçin.

Parlamenterê HDPê: Em bi riya çiyan re dimeşin Cizîrê - Gel tî û birçî ye
Advert

Spûtnîkê xwe gihande Parlamenterê HDPê Adem Geverî ku îro tevî hevserok, wezîr û parlementerên HDPê ji Amedê bi rê ketine û ber bi Cizîrê ve dimeşin. Geverî li ser riya xwe bi riya telefonê agehî dan û got: ‘Ji bo qelaştina ambargoya 6 rojî ya li ser Cizîrê em li çol û pesaran ketine.

 

Li Cizîrê derketina derve hatibû qedexekirin, gelek kes hatibûn kuştin û birîndarkirin. Ji ber vê qedexeya 6 rojî gel tî û birçî ye. Ji bo vê qêrîn û hawarê, divê em bigihêjin Cizîrê.'

Derbarê nêzîkatiya polês û leşkeran de jî got: ‘Dema ku em gihiştin Midyadê polês û leşker pêşiya me girtin û nehiştin ku em bi weseyîtan bigihêjin Cizîrê. Ji bo vê me wesayit berdan û em peyatî bi rê ketin da ku bigihêjin Cizîrê.'

 

Geverî pêvajoya vê meşê wiha ragihand: Wekî tê zanîn rewşa bajêr û meşa me heta jî niha berdewam dike. Derketina derve hatiye qedexekirin. Heta niha li 3 noqteyan polêsên dewletê pêşiya me girt û dixwaze meşê asteng bike. Em niha li ser riya Hezexê ne. Ji ber ku leşker pêşiya me digirin, carinan em di riya gund û çiyê re diçin. Dema em ji wan pirs dikin bê ka çima meşê asteng dikin. Bersiva wan ew e ku dibêjin talîmat ji walîtiyê hatiye. Carinan dibêjin hûn bi wesayita nikarin biçin, carinan jî dibêjin hûn di riya asfaltê re nikarin bimeşin. Em jî hewl didin ku di riya gundan û çiyê re bigihêjin Cizîrê.

 

Li gorî ragihandina Geverî heta niha 10 welatiyên sivîl hatine kuştin û bihîstiye ku îro jî 2 kurdên sîvîl hatine kuştin.

kaynak :sputniknews

Adem geveri
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup