Parlamentoya Ewropayê: Bê Kurdistanê nabe!

Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Richard Chernetskiy ragihand, bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li deverê nabe.

Parlamentoya Ewropayê: Bê Kurdistanê nabe!
Advert

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Richard Chernetskiry kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku Mesûd Barzanî û Richard Chernetskiry îro bi hev re civiyan.

Li gor daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de Richard Chernetskiry behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ji ber pêşkevtinên ku di 20 salên borî de bidest hatine, pesna gelê Kurdistanê da û Kurdistan wek faktorekî giring di tenahiya deverê de da naskirin.

Chernetskiry herwiha ragihand: “Bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li deverê bidest nayê.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Chernetskiry amaje bi rolê Herêma Kurdistanê di asta cîhanê û parastina asayişa navdewletî de kir û got: “Gellek pêwîst e ku Ewropa û cîhan agahdarî rastiyan û rolê Kurdistanê di ewlehiya deverê û dabînkirina aştiyê li herêmê bin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê herwiha piştgîriya xwe jî bo berfirehkirina hewlên welatên Ewropayê bo zêdetir piştgîrîkirina Kurdistanê di warê aborî û mirovî de ragihand.

Richard Chernetskiry amaje bi kultura pêkvejiyanê û toleransa gelê Kurdistanê kir û ew yek wek şanazî bi nav kir û rêza xwe jibo wê kultura gelê Kurdistanê anî ziman.

Chernestskiry destxweşî li Barzanî û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kir, ku “rûbirûyê terorê dibin û piştevaniyê li mesîhiyan û pêşkhateyên din dikin û wan ji gef û êrişan diparêzin û penahê didin wan.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de herwiha tê gotin, ku di beşeke din a hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Bazranî spasiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Richard Chernetskiry kir, ku serdana Kurdistanê kiriye.

 

Mesûd Barzanî herwiha ji Richard Chernetskiry re behsa xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê di heyama 100 salên borî de û di ber azadî û parastina nasnameya xwe de kir.

Barzanî tekez kir, ku “di sedsala borî de bêyî wergirtina nêrîn û helwesta gelê Kurdistanê, raealîteyeke tal, tije ji zilm û înkarê bi ser Kurdistanê de hat ferzkirin, lê belê gelê Kurd li hember wê realîteyê xwe neda dest û berevanî li xwe kir û xwe parast.”

Barzanî got: “Niha jî gelê Kurdistanê bi şêweyeke aştiyane û bi diyalogê ber bi misogerkirina mafên xwe yên rewa pêngavan dihavêje.”

Di berdewamiya civînê de, Barzanî behsa dirrinedeyî û hovîtiya DAIŞê û metirsiya wan li ser hemû mirovahiyê kir û amaje bi wê kir, ku “bi şanazî ve pêşmerge karî DAIŞê li Kurdistanê têk bibe.”

Barzanî herwiha parastina welatiyên ji pêkhateya mesîhî û pêkhateyên din ên olî û netewî wek erkekî mirovî, niştîmanî û exlaqî yê gelê Kurdistanê bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa têçûna maddî û mirovî di şerê li dijî DAIŞê, mêvandariya li aware û koçberan û herwiha kirîzên aborî yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji welatên ewropayê kir, alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, bi taybet jî alîkariyan bigihînin awareyan.

Rûdaw

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek’te Zihinsel Engelli Öğrenciler Hem Eğlendi Hem Eğlendirdi
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup
Siverek'li Öğrencilerden Şehit Annesine Mektup