Advert
Advert

Perwer: Ey Kurdino fersendê nedin dijminên bav û kalan!

Hunermenda navdar a kurd Gulistan Perwer li ser şer û pevçûnên li Kurdistanê diqewime bi rêya şandeyeke Facebookê xemginiya xwe anî ziman.

Perwer: Ey Kurdino fersendê nedin dijminên bav û kalan!

Perwer di peyama xwe de acizbûna xwe diyar dike ku têde dibêje, “Mêjiyê min rawestiyaye, guhên min kerr bûne, zimanê min lal bûye, çavê min kor bûne, dilê min êdî lê naxe ji neçariya me Kurdan...”

Herwiha stêrka navdar di dûmahiya şandeya xwe de behsa hovîtiya dijmin dike û Kurdan li ser vê yekê hişyar dike, “Ey Kurdino fersendê nedin dijminên bav û kalan.”

Temamê şandeya Gulistan Perwerê ya li ser hesabê wê hatiye belavkirin:

Gelê min ê hêja...

Nizanim ji were çi bibêjim, çi bînim ziman. Nikarim bikim hawar, min bibexşînin. Mêjiyê min rawestiyaye, guhên min kerr bûne, zimanê min lal bûye, çavê min kor bûne, dilê min êdî lê naxe ji neçariya me Kurdan...

Tevizî me... Bi we re roj bi roj, saet bi saet dimirim. Ji bo çi ev şer li ber deriyê me ne, kê ev xist mala me? Kuştina zarokên di pêçekê de, qetilkirina kal û pîrên me, keç û xortên me, wêrankirina dîrok û bajarên me... Ji esmanê mirin bi serme de dibare. Dijminê hebûna me fersendeke zêrîn bidest xist. Gurên dev bi xwîn zêdetir xwîna kurdan dixwaze!

Ey Kurdino fersendê nedin dijminên bav û kalan!

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Menfaatçilerin Kurbanı Olan Siverek
Menfaatçilerin Kurbanı Olan Siverek
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma