Pirsgirêk a "Ez/Em û Yên Din"

Dilek Azad yazdı

Pirsgirêk a
Advert

Li ser dik a dîrokê kurd wek "yên din" hatin e bicîhkirin. Di bîr û bawerî ya Tirk, ereb û fars an de wek yên din li kurdan nihêrtin e û hebûn a wan wek nexweşînek patolojîk dîtine û li dijî van pirsgirêkan hewl dane û ketine bin polîtîqayên jidilî yê. Nemaze li Tirkîye yê ji van polîtîqayên ku helanîne dest ya sereke û girîng polîtîqa ya koçberîyê ye. 

 

Bêjeyên "ez/em" û "yên din" bingeh a gîyan a bûyerên ku kurdan hojotinê bi nav dike. "Yên din" wek pirsgirêkek patolojîk ya ku bi bişaftinê bê çareser kirin tê dîtin. Polîtîqayên bişaftin û xwe ji eslê xwe dûrxistinê ku li dijî kurd û Kurdistanê pêk hatine hemû ji bo gelşeyî ya "yên din" pêkhatin e. Ger "yên din" bibe "em"!
Di dik a dîrok a netewan de ev sedem li dijî gellek netewan hatîye sepandin. 


Wê demê em kî ne? Yên ku yên din e çî ye?

 

Yê ku em e; yê bilind e, yê rast e û li ser rûyê erdê yê ku ger hebê ye. Ev ziman, çand û ola wane. 

 

Li dijî wî yê ku yên din'e, yê xelet e, yê ku ger li ser rûyê erdê tunebê ye. Yên din ew yê ku ger zimanê wî, çand a wî, ol û bi kurtasî jî hemûyê taybetmendîyên wî ji holê bê rakirin û idî behs jê neyê kirin e. 

 


Takekes wek zarokek dayik û bavê, endamê malbatek, barkêşê çandek, endamê çandek, nûnerê netewekî û zarokê erdnîgarîyek tê dinê. Di nav van nûnertîyan de takekes li ser dik a hebûnê cîh digire. Ev hebûnek e. Û ketin a hewl a ku netewek wek yên din dibînê helwestek e li dijî hebûnê. 

 

Li ser dik a dîrokê kurd wek "yên din" hatin e bicîhkirin. Di bîr û bawerî ya Tirk, ereb û fars an de wek yên din li kurdan nihêrtin e û hebûn a wan wek nexweşînek patolojîk dîtine û li dijî van pirsgirêkan hewl dane û ketine bin polîtîqayên jidilî yê. Nemaze li Tirkîye yê ji van polîtîqayên ku helanîne dest ya sereke û girîng polîtîqa ya koçberîyê ye. Bi polîtîqayên koçberîyê kurd an ji tevlî koçberîyê kirin e û li wan deveran dewr a "nûjdarî"yê dane dest civak a tirk an. 


Di wê rapor a Evdilxalik Renda ya ku bingehî ya Plan a Reform a Rojhilat (Şark Islahat Planı) kirîye de derbas dibe ku li rojhilatê Firat ê ji milyonek zêdetir kurd hene û li herêmê hejmar a tirk an ji çaryek a kurd an jî kêmtir e. Di rapor a Renda de pêşnîyarî ya çareserîyê jî zor zelal û vekirîye: "ji bo ku li ser xaka Tirkîye yê wek heman hêz û qudretê derfet a bicîhkirin a herdû netewan tuneye, ger hejmara gelhe ya tirkan û desthilatî ya wan bê zêdekirin û belavkirin."
Him di Rapor a Renda de him jî bi gelemperî di Plan a Reform a Rojhilat de tê derbas bûyîn ku li rojhilat a Firat ê kurd bên kişandin, cîhê wan bi misilmanên ku bi Tirkî dipeyîvin bê guhartin. Plan a Reform a Rojhilat wusa pêşnîyar dike ku di nav deh salan de 500 hezar tirk li herêmê bê bicîh kirin û salê 5 milyon pere mesrefên wan tevlî budçeya dewletê bibe. (Kûrban û Yegen, 2012 : 47) Ev û wek vana bi mînakên bêjimar yên bişaftinê nîşan dide ku kurdan wek "yên din" helanîne dest. 


Di dawîya koçberîyê de komên ku dikebin ast a hindikayî yê hertim di bin xetereya bişaftin a hêzên pirranîyê de ne. Di erdnîgarî ya Kurdîstanê de li dijî kujerîyên bêjimar ku bi dest dewletê li dijî kurd an pêkhatîye sedem a bêdang mayîn a gelê kurd jî nîşan dide ku ev proseyên bişaftinê biserketin e. 


Yê ku "yên din"e "hûn" nîn e. Lewra yê ku wek  "hûn" tê naskirin de "hûn" wek xelat ek naskirin û statûyek e. Kurd qet ti carek di wate ya pol ek de  wek "hûn" nehatî naskirin. An ti ji me yî, an jî ji wan! Ev tê vê watêyê ku ti an bi xweşkayî dibî  wek me an jî wek nexweşînek patolojîk û "yên din" têy binavkirin. 


Me, bêje ya "yên din" di helwest a ku mirovên çermsipî li dijî mirovên çermreş pêkhanîye de naskîrîye û em ji wêder de hînbûyî ne!

 

Di serdem a 16'emîn û 17'emîn de îspanyolên ku xwedîyê bîr û bawerî ya dagirkerîyê ne li cîhê ku çûyûnê Başur ên Emrîqa, mirovên wêder wek hovan dîtîye û gotîye me ji wan re şaristanî yê birîye. Ev nêrîn a şaristanîyê nêrîna serdest a ye. Gel ên wêder yên ku rastî wan hatîye li gor xwe kirin e pol a "yên din" an û dû re jî wan kesên ku wek "yên din" binavkirin e di nav civakê de wek pirsgirêkek patolojîk dîtine. 

Îroj ji oldarên Îslamê heya xwedênenasan, ji rastgiran heya çepgiran, ji hêjaran heya qapîtalîst (malparêz)an... çavê me hertim li dûr ma. Li Emrîqa, li Afrîqa..."Li dûr gund ek heye, em neçin û em nebînin jî ew gund gundê me ye!" ew "yên din" ên li dûr me ma ye, ku em neçûne û me nedîtîye, me ji mafê wan heya hiqûqê wan hertim wan parast...Lê wan "yên din"ên gundê li ber serê me, me qet nedît û neparast, lewra em "yên din" bûn û ger em ji holê bihatin a rakirin û me tunne kirin lê teqez em neqedîyan !

Çevirmen; Mamoste ayetullah hasanoğlu

Dilek Azad
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Motosiklet Pikapa Çarptı: 2 Yaralı
Motosiklet Pikapa Çarptı: 2 Yaralı
Kendi İsminin verildiği Okula Kitap yardımı yaptı
Kendi İsminin verildiği Okula Kitap yardımı yaptı