Advert
Advert

Polêsê tirk sucê dewletê îtîraf kir!

Polêsekî ku li navçeya Amed Sûrê li ser kar e û nexwest navê xwe eşkere bike axivî û got: ‘Kuştiyên leşker û polêsan gelek zêde ne, em jî Esadullahiyan nas nakin, gelek polês û leşker xwestine ku îstifa bikin lê dazwaza wan nehatiye qebûlkirin.'

Polêsê tirk sucê dewletê îtîraf kir!

Polêsekî ku li navçeya Amed Sûrê li ser kar e û nexwest navê xwe eşkere bike derbarê bûyerên li Sûrê, şer û kuştinan de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

Li gorî nûçeyê wî polêsê anî ziman ku dewletê li Sûrê tu serkeftineke ku îdîa dike bi dest nexistiye û da zanîn, ku ji bilî taxên şer lê diqewimin, gelek taxên din hene hînê hêzên dewletê xwe negihandine.

Wî polêsê got: ‘Ev kar bi vî rengî naqede' û da zanîn, ku li gorî çavdêriyên wî girtina xendekên li Sûrê zehmet e, eger bê girtin jî ev yek wê bi mehan dewam bike.

Polêsê tirk ragihand ku nûçeyên çapemeniya tirk ê weke ‘Paqijî bi lezeke mezin didome', ‘PKK direve', ‘Leşker-polês di nava ahengiyê de tevdigerin' ne rast in û destnîşan kir, ku ev rewşa neserketî di nava hêzên leşker-polêsan de rê li ber bêmoraliyê vekiriye.

Wî polêsê anî ziman ku kuştiyên leşker-polêsan li Sûrê gelekî zêde ne û da zanîn, ku li morgan gelek cenazeyên leşker-polêsan hene, hejmara polîs û leşkerên jiyana xwe ji dest dane tê veşartin. Herwiha wî polêsê anî ziman ku gelek polês û leşkeran îstifa kirine, wî jî xwestiye îstifa bike, lê belê îstifaya wî nehatiye qebûlkirin.

Herwiha wî polêsê derbarê tîma Esadullah de jî agahiyan parve kir û ragihand ku koma wan ji terorîstên DAIŞê ve pêk tên û kesên bi zimanên cuda diaxivin di nava vî tîmî de cih digirin. Herwiha anî ziman ku tu kar û barên fermî li ser cenazeyên kesên ji vî tîmî dimirin, nayên kirin.

Derbarê daxuyaniyên wî polêsê de ji hêla rayedarên tirk ve tu daxuyanî nehat dayîn.

sputnik

 

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
Tastyepilm     2017-03-25 I decided that my husband need to buy a collector's game, however available there was no money and I turned here. Maybe you'll get lucky! It took 5 minutes!
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı
Siverek'te Zırhlı polis aracı devrildi: 6 yaralı
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti