Advert
Advert

Şehrazatê min

Yazarımız İrfan Agiri yazdı

Şehrazatê min

Bixemile bi rengên xwe yên xwînî

Û, û bêhna bêdewletîyê bimije

De bila tola min jî

Bibe sedema daliqandina zilm û zordarîyê

 

Bilûre Şehrazatê min

Çîroka evînekî ya êcizbûyî bilûre

A şkestî

Bi hêvî û sebrekî sar

Hewara ne-hatinekî

Şewatek bi pêt û agirî bilûre

 

Belê Şehrazatê min

Di şeveke ne mîna her şevî

Şeva şevîn û şeva evînê

Ez im meymanê te

Ya vê şeva xewrevîn

Xewnexeyalek bê navîn

Digel bihareke bêhnhavîn

Her dilekî mutmeîn

Sebr û sebat divê Şehrazatê min

 

“Rih divê û ricif divê!”

Da ku bilerizî, biricifî û biperitî...

Ji te re mil û bask divê

Da ku bifirî, jê bifilitî û pê bi’helî...

 

Şehrazatê min

Bilûre!

Bi stûxwarî lê bi serbilindî bilûre

Bila kezzzeba dagirkeran

Ji dev(ê w)an ve bê!

 

Tu bilûre her

Bona ku heq bê cihê xwe

Bona ku neheqî tazî û rût be!

Û ji bo ku xeletî,

Ji cihê rastîyan rabe bilûre

Rastî; her mezin ê xeletîyan e

Gere jê re rêz û hurmet bigire

 

Tu bilûre her û her

Ji ber ku ez im ew!

Belê, ez welatê çîyayîyan

Bavê lawên xwe yên esmer û reşik

Û ez dujminê koledarîyê me!

 

Bizanibe Şehrazatê min

Di dilê her Kurdekî de

Kurmekî xwîndidoşe heye

Lê tu xeman nexwe

Em ê her bo azadîyê bilûrin

 

Bilûre Şehrazatê min

Jixwe Seydayê min jî xelet gotibû:

Ku em nebin yek jî

Dê biçin yek û yek!

 

‘Hema bes Tu bilûre

De ka bila tola min

Bibe sedema fetisandina zilm û zordarîyê

 

Belê, Şehrazatê min

Zanim!

Roja ku min te kirî dewlet

Tuyê jî min bikî prêns ê xwe

 

De bixemile bi rengên xwe yên xwînî

Û bêhna bêdewletîyê bimije...

 

Îrfan Agirî

Siverek Analiz
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Menfaatçilerin Kurbanı Olan Siverek
Menfaatçilerin Kurbanı Olan Siverek
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma
AK Parti İlçe Teşkilatında Bayramlaşma