Serok Barzanî, Demokrasî û Mirovahî / Hinek mînak

Kurdistana ku Mesud Barzanî serokê wê wiha ye:

Serok Barzanî, Demokrasî û Mirovahî / Hinek mînak
Advert

Kurdistana ku Mesud Barzanî serokê wê wiha ye:
 - Zimanên fermî 5 in.
- Bac nîne (Tenê holding didin)
- Xizmetên perwerdehî, tenduristî û komalî belaş in.
- Her netew û gel, bi ziman, dîn û çanda xwe perwerde dibin.
- Her bawermend li gor dînê xwe perwerde dibe.
 - Mînak: Li Zaxo Gundê Pîrekan heye ku Kildanî lê dijîn. Li ser tabelaya wan a gundî zimanê Kildanî li serî ye, di bin de kurdî heye. Ew Kildanî demên berê ji aliyê Turkiye ve, ji Roboskî (Bakurê Kurdistanê) hatibûn mişext kirin. Bi banga serok Barzanî hatin Kurdistanê. Ji wan re gundek nû hat ava kirin. Têde dibistan, dêr; holên futbol û basketbolê hatin ava kirin. Li dibistanê digel zimanê kurdî bi zimanê xwe jî perwerdehiyê dibînin.
 - Parêzgar (Walî) bi hilbijartinên demokratîk dibin û desthelatiya wan xurt e.
 - Wek dewletên cîhanê Benda hilbijartinê nîne. (Ev sîstema demokratîktirîn e). Partiya ku 1 parlamenterekê jî bi dest xwe ve bîne dikare beşdarî parlamentoyê bibe.
 - Kêmnetew dengan nestînin jî dikarin nûnerên xwe wekî parlamenter bişînin parlamentoya Kurdistanê.
- Serok Barzanî hemû kêmneteweyên di nav metirsiyê de vexwendin Kurdistanê. Ji bo ku yên hatine war û dibistan û her tiştê pêdivî pê hene çêkirin.
- Serok Barzanî bi hilbijartina li Rojhilatê Navîn (ji aliyê demokrasiyê ve) yekane bi %70'yî dengan hat hilbijartin.
 - Alaya Kurdistanê ya ku roj li ser: Berî 3500 salan dewleta Mitanni ya kurdan bi kar aniye. Bi hezaran salan e dewletên kurdan bi kar anine. Dewleta Agirî ya kurdan (1927), Dewleta Kurdistanê (Mahabad, 1945), Kovara Hawar (1932) û gelekên din ev alaya kurdan bi kar anîne.
 - Li seranserê cîhanê pir hindik welat hene ku girtiyên siyasî lê nînin. Yek ji wan Kurdistan e.

 Hinek aliyên kurd hene ku li dijî dewletbûna kurdan in û dibêjin "Em li dijî netewe dewletan in, ji ber ku netewe dewlet hov in. Me Kurdistaneka hov nevê". Lêbelê ev e netew dewleta kurdan a me li jor behs kiriye. Ku ji bo mirovahî û azadiya gelan li cîhanê ronahî li rojhilatê navîn yekane ye. Lewre em dibêjin spas Serok Barzanî! Bijî Dewleta Kurdistanê! 

jêderket: mesud-barzani.com

mesud barzani
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
ASIL HEDEF ERDOĞAN!
ASIL HEDEF ERDOĞAN!
Fettahlı'dan Siverek İçin Önemli Talepler
Fettahlı'dan Siverek İçin Önemli Talepler