Advert
Advert

Tesettur Ji Edeba Îslamê ye

Tesettur, nixumandin bi daketina vê ayetê li ser jina Misilman ferz bûye.

Tesettur Ji Edeba Îslamê ye

“Ey Pêxember! Ji jinên xwe re, ji keçên xwe re û ji hemû jinan re bêje;  (dema ji boy pêwistiyekê biçine derve ) 
Bila bedena xwe bi rûpiştê xwe( cilê fireh) binixumînin, ji bo ku ew neyên naskirin û neyên êşandin ev, rêya herî baş e.
Xweda, yê herî mihrîban û yê herî birehm e.”( 1)
 Mafê ku tu dînê nedabe jinan, dînê Îslamê daye û wan rûmeddar kirîye…
 Helbet rûmeta herî mezin jî ew e ku, jin bikaribe, bi keseyatîya xwe ve di rêya Îslamê de, cîhad bike. Û cîhada jinan jî tesettur e…
Hin kesên ku dijî tesetturê disekin û jinên nuximandî, wek kesên   paşverû dibînin. Li gor wan  nixumandin li hember azadiya jinê ye. 
Ew dibêjin; xwe pêçandin jinê dike hapsê û jê re dibe asteng û hvd.
Li gor wan, xwe vekirin û xemla ku mêran ji rê derdixîne ji boy jinan  şeref û kesayetiyek herî baş e.
Lê rastî îro tê zanîn ku, ew di ramanên xwe de şehitîne.
Lewre berjewendiya jinan di tesetturê de ye. Jin bi tesettura  xwe ve dikarin xwe ji hemû bobeletan jî biparêzin…
“Her veha mebesta tesetturê bi tu avayê ew nîne ku, jin di mal de di hepsê de bin û hertim xwe veşêrin, an jî şolên ku, ji boy jinan neguneh de nexebitin…” ( 2 )
peyxemberê me rê li ber nimêja jinan ya  mizgeftê de û xebata şolên neguneh de, wek bazirganî  û derketina sûkê û ew şolên ku munasibê jinan be, vekiriye û di wî warî de tu qedexe neaniye.  Ev şolên ku, ji jinan re munasip, çi ne çinîn in  pisporên îslamê di pirtuk û daxuyaniyên xwe de diyar kirine. Bes mijara me ev nîne.
Vêca ev ola ku veha mafê mezin dabe jinan, çava dê jinan di mal de hapis bike?
 
 
 
Tesettur di hemû olan de heye
 
Kesên ku,tesettura jina misilman, piçûk dibînin dibêjin hûn cilên rahîbeyan li xwe dikin. Lê rahîbe jî xwe dişibînin Hz. Meryemê. Ango nixûmandin, beriya îslamê û di dîroka gelek olan de jî hebûye.
Di Tevrat û Încilê de jî qala rûpişta jinan tê kirin.
Him jî di pirtuka Tekvînê de veha dibêje: “Wê serûka xwe rakir û Îshaq dît. Tavilê li ser hêştirê dakete jêrî û ji dilê xwe re veha got; ew mirovê di vê zeviyê de ber bi me ve tê kî ye? Dilê wê veha got; ew efendiyê min e. paşê serûkê xwe daxiste rûyê xwe.
Bi kurtahî, olên beriya îslamê de jî tesettur û serûk hebû ye. Û ew ol jî emrê Îslamê bêtir serûk jî hebû ye. Ew ku di Îslamê de xencî pêwistiyan rûpêçan tuneye. (3)
 
 
Ciyawaziya di navbera tesettur û hicabê de
 
Hîcap, him ji boy mêran, him jî boy jinan, ji boy hevûdu nebînin dibe asteng. Lê di tesetturê de,  Jinek çiqas xwe bipêçe jî, nikare xwe bi tevayî veşerî. Ango xwe nixumandin nabe hîcab. Bes  Ayeta hîcabê tenê ji boy dayikên ûmmetê daketiye.
 
Çima Tenê Ji Xanimên Peyxemberê Me Re Hîcab?
 
Beriya daketina van ayetan hinek cîran û ziyaretvanên Peyxemberê me ( e.s ) bê destur
dihatine mala wî. Wê demê dayikên ûmmetê jî di hûndir de bûn, Lê wê mala pîroz de menzelên mezin, an jî cî û warên fireh tunebûn. Ji ber wê sedemê ayeta hîcabê daket.
Hz. Omer dibêje; min got: “Ya Resullê Xwedê! Kesên baş û ên nebaş tênê huzura cenabê te. Xwezî, we ji dayikên mumînan re fermana hicabê bikira. Gelek dem neborî ayeta hîcabê daket. ( 4)
Hervaha Enes b. Malîk jî dibêje. “ Ê ku ayeta hicabê herî baş dizane ez im.
Resullê Xwedê, ( e. s ) bi xanima xwe Zeyneb b. Cahş re dizewicî. Mirovan boy xwarinê ezimandîbû mala xwe. Hinek ji vexwendiyan piştî ku zadên xwe xwarin belav bûn. Lê hinek ji wan vîsa zu neçûn û demek dirêj man. Resullê Xwedê rabû çû derve; ez jî bi wî re çûm. Resullê Xwedê ji boy ew ji mal biçin derketibû derve. Hata ber derê Hz. Aîşê hat û vegeriya, wî vîsa dipa ku mêvan çûne. Ez jî vegeriyam. Lê  hê mêvan neçûbûn. Dîsa derket derve û heta ber bi mala Hz. Aîşeyê meşiya, vegerê de dît ku mêvan çûne. Resullê Xwedê di navbeyna min û xwe de perdeyek vekişand. Gelek dem ne borî ayeta hicabê daket.” (5)
Xwedê yê mezin, di Qur’ana pîroz de veha diferme: “Resullê Xwedê re tade ( eziyet ) nekin û pîştî vefata wî mehr kirina xanimên wî, li we bêdawî helal ( nabe ) lewre ew ji boy we di qata Xwedê de ( gunehek ) gelek mezin e.”(6) 
“…Dema hûn ji wan ( ji xanimên Peyxember ) tiştekî dixwazin di bin perdê bixwazin. Eva him ji boy qelbê we him jî ji boy qelbê wan paxiştir e.”(7)
Belê, diviyabû di nav civakê de, cihekî taybet ê dayikên ûmmetê hebiya, lewre ji boy siyaneta li hember Resullê Xwedê û ji boy parastina dayikên ûmmetê ev yeka pêwîst bû. Lê divê ev e jî bête zanînê ku, dayikên ûmmetê jî di malên xwe de hepis nebûn; ew jî wek jinên dî, ji boy pêwistiyên xwe ji mal derdiketin.
Hz Aîşe dibêje: “Sevde ( xanima Peyxemberê me ye ) ji boy pêwistiyekê xwe derketibû derve. Ew, bejin dirêj û qelew bû. Kê / kî wê bidîta nasdikir. Hz. Omer b. Hattap wê dît û veha got; Ya Sevde! Sond ji Xwedê re ku, tu, nikarî xwe ji me veşêrî. Tu çava ji mal derdikevî? Di destê wê de hinek xurme hebû. Sevde hate malê û ji Hz. Muhammed ( e.s ) veha got; ya Resulullah ez ji mal derketîm. Omer ji min re veha got. Hingê ji Peyxemberê me re vehy daket.  Paşê Resulê Xwedê ( e. s ) veha emîr kir,  ew ( Xwedê ) ji boy ku hûn bo pêwistêyên xwe biçin derve destur daye.”(8) 
Herveha  Resulê Xwedê ( e. s ) bangê jinan kir ku, ew bêne nimêja xutbê û ya cejnê (9)
 
                                      
                                        Sînorên Nixumandinê û Dîmenên Şerr’î
 
Mirov bi tu avayê nikare beje; dînê îslamê di cil û bergan de modelek dorpêş kiriye. Lêbelê dînê Îslamê di tesetturê de çarçoveyek diyar kirîye. Ew jî divê xencî rû dest û lingan cil û berg fireh û dirêj be. Û divê  cilên tesetturê bi xeml û rengên rewnaq  nebin. Tesettur  ne çanda ereban e, ne jî ê kurdan an jî ê tirkan e. Tesettur navê şiklê lutfa ku dînê Îslamê daye jinan e.  Bes her welatek li gor kevneşopî û toreyên xwe xwedî cil û bergan in. Dînê îslamê şertên xwe ê ku li gor çerçeva şerr’î dîyar kirîye. Lewre îro welatên îslamê hemû di çarçova îslamê de cil û bergên xwe ên heremî dikarin li xwe bikin. Dînê Îslamê heta ku, li dijî dîn nebe, bi tu avayê mudaxeleyê tore nekiriye. Îslam cil û bergên di çaxê cahîliyê de jî bi temamî neguhertiye, bereks tenê hîn xeletîyên wan serast kirîye. 
Divê bê zanînê ku, berê hertiştê tesettur, boy  parastina jinan e.
 Ew desmala serê jina misilman û ew cil û bergên laşê xwe dipêçe ji boy tesetturê ye. Tesettur bi xwe jî boy parastinê ye.
Mixabin, îro jinên misilman, di destên hîn kesan  de bûne pêlîstîk.
Gelek karcivên ( fîrma ) ku, qaşo cil û bergan ji boy jinên nixûmandî amade dikin, navê tesetturê ji boy berjewendiyên
xwe ên aborî lewîtandine. Û mixabin jinên ku dikevin dafika wan roj bi roj zêde dibin.
Lewre di nav jinên ku, qaşo nûximandîne, hejmarek zêde li dijî dustura tesetturê xwe dinuximînin.  Ew tesetturê  wek berhemek modê diecêbînin…
  Dema mirov wan jinan dibîne, mirov dibêje; qey wan ji ayeta tesetturê vîsa fêm kirine ku, ew ayeta tenê ji boy serîgirêdanê daketiye. Ew  dibêjin; em dikarin bi tesetturê jî bedewiya xwe nîşan bidin, lê armanca tesetturê veşartina bedewiya jinane. Jinên ku xwe pêşkeşê mêran dikin dibin sedema fesadiyê. Tesettur rê li ber van fesadîyan digirê.
 
                     
 
                         
    Di Çanda Kurdî De Cihê Tesetturê 
 
Di çanda kurdî de, hîmê tesetturê herî zêde li ser eyb û eybdariyê avabûye. Serqotî di nav civaka kurdan de, eybek herî mezin e. Desmala serê jina kurd li gor kevneşopiyên kurdî, namusa jinê ye. Di nav cîvaka kurdan de, destdirêjiya lî hember desmala jinê gelek caran bûye sedema mêr kuştinê.  Ji ber wê çandê jinên kurdan, heta çend sal berê jî bi gelemperî serî girtî û nixûmandî bûn.  Helbet ew çanda eybdarî yê jî, ji çanda îslamê tê. Lê di çanda kurdî de, jinên xwedî olên din jî, ji ber çanda eybdariyê û ji ber çanda olên xwe ( ezîdîtî, elewîtî, hvd)   taybet ên pîrejin gelemperî serîgirtîne. Cil û bergên jina kurd ên heremî jî, ji teseturê dûr nîne.  Lê mixabin jina kurd jî, îro ketiye bin bandora jiyana nûjen, ên ku nixûmandîne jî, hinek ji wan taybet ên cîvan, ew jî wek me li jorî minak da, tesetturê wek berhemek modê diecêbînin.
Li gel wan kêmasiyan em dîsa jî  dikarin bêjin; jina kurd jî herî kêm qasê jinên neteveyên ên misilman   oldar e. bi hêvîya ku, hemû jinên misilman armanca tesetturê baş bizanibin. Û jîyanek bi rûmet bijîn.
1( Ahzab: 59 )
2( Kur’an da Kadin Haklari: Mahmud Akkad. Çığır yayınları )
3 ( musliman kadının şahsiyeti kültür ve daveti: porf. Adulhalim Mahmud )
4( Buharî, 10/ 146 )
5( Buharî,, 11/ 138. Muslim, 4/ 182. )
6( Ahzab, 53)
7( Ahzap 53 )
8( Muslîm )
9( îbnî Abbas ) 
 
 

Nivîskar: Rojbîn Ozkan
rojbinozkan@gmail.com

Kaynak: sivildusunce

Rojbin Özkan
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti
PKK 23 yaşındaki öğretmeni Şehit etti
Valiler Kararnamesinde Şanlıurfa Valisi değişti
Valiler Kararnamesinde Şanlıurfa Valisi değişti