Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye

Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye.

Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye
Advert

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapıcıoglu li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him PKK ye. Kê kuştibe ferq nake, ji ber ku dewlet mecbûr e hemû hemwelatiyên xwe biparêze; di vê bûyerê de berpirsiyariya dewletê heye. Yê ku şer xist nav bajaran û bû sedemkarê operasyonan jî PKK ye, lewma ew jî berpirsiyar e. Li gorî me di vê bûyerê de her du alî jî sûcdar in.’

Yapıcıogluyê ku bi xwe jî hiqûqnas e destnîşan kir ku ew 26 sal in hempîşeyê xwe Tahir Elçi ji nêz ve nas dike û got: ‘Rehmetî Tahir Elçi mirovekî aştîxwaz bû, ji roja destpêka kolandina xendeqan li dijî xendeqan bû, li dijî şerê di nav bajêr de bû. Dixwest şer ji nav bajêr derkeve. Li ser vê meseleyê çend caran daxuyanî dan û di sohbetên nav dostan de jî ew tişt digot.’

 

Yapıcıoglu got: ‘Gumana mezin ew e ku Tahir Elçi di wê pevçûnê bi qeza hatibe kuştin. Lê mumkin e ku yekî bi qest jî kuştibe. Kî dibe bila bibe ê ku mirovekî wisa hêja bi qest bikuje ne însan e. Dewlet divê zû vê bûyerê zelal bike û her tiştî derxîne meydanê.’

sputniknews

Yapıcıoğlu Hüda par
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek-Hilvan Arası Kaza; 9 Aylık Bebek Hayatını Kaybetti
Siverek-Hilvan Arası Kaza; 9 Aylık Bebek Hayatını Kaybetti
Siverek'te Taşımalı Eğitim Öğrencilerine Yönelik Örnek Proje
Siverek'te Taşımalı Eğitim Öğrencilerine Yönelik Örnek Proje