Hêvî di Cinewrê de ye an di Yekîtiyê de ye?
M.Burhan Hedbi

Hêvî di Cinewrê de ye an di Yekîtiyê de ye?

Divê berî hertiştî meriv dîroka xwe bizanibe û bi zanînê tenê neyê ser, jê aqil bigre…

 

Divê em li dîroka xwe binêrin. Wek civîn û peymanên Lozan, Qesri Şîrin ûhwd. Divê em bizanibin ku ka kî, ji bo çi, çi tevgerê dike û ji meriv re dibêjên merhaba û li gorî wê têgihiştinê bertek an nêzîkbûnê nîşan bide. Kes ne berketiyê çavê meriv î reşî belek in.

 

Jixwe ew lihevkirina SYKES PÎKOT ne bi demeke diyar ve girêdayî bû. Ev bûye sed sal ku ev Milet ji bela van peymanan xilas nebûye. Ew peyman û mîna wê bi hêz û serdestiyê ve girêdayî bû. Ango heta berjewendiyên serdestan dibersivand di rewacê de man. Kurd dibêjin sînorê xurta tuneye. Ew lihevkirin li gorî mîadê berjewendiyên xurta pêk hatîbû û peyman û lihevhatinên nuh jî dê li gorî berjewendiyên serdest û bihêztirên dema me werin saz kirin.

 

 Ji bo çarenûs û bi destxistina mafê netewî; helbet civîn û peymanên navneteweyî gelek giringe. Lê ez ji vê kombÛna cinewrê ne umîdwar im. Yekbûn; çare, derman û hêviya herî mezine. Hêz, bi yekbûn û yekîtiyê ve girêdayî yê…

 

Lê dixwazim xetere û metirsiyekê ji dirokê bînim ziman: Komara Kurdistanê ku di sala 1946’an de bi piştgiriya Rûsan ava bû û paşê jî ji ber xwe paşde dayina Rûsan wêran bû mînakeke balkêş û bi êş e.

 

Dixwazim, çimaya bi navkirina min a ku vê komarê bi Komara Kurdîstan ne bi navkirina Komara Mehabadê vebêjim. Mahabad paytexta vê komarê ye. Ma nuka kes dibêje komara Enqerê… Komara Bexda an Tehranê… Ev komar, di hemû belgeyên fermî de wek komara kurdistan derbas dibe, lê di bilêvkirina bi ‘Komara Mahabadê’ de nêrîn û nêzîkbûneke çewt û neyînî heye… Wek kêm dîtin û herêmî dîtin… Ev komar-dewleta ku yanzde heyva jiyaye, ji hêla Koma Miletan-Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye nasîn. Çima?

 

Çawa ku mebest û armanca îslamê ne hatiye fêm kirin an jî ji ber ku li hesabê hinan nayê xwe bi ber naxin her wiha mijara demokrat û demokrasiyê jî nehatiye fêm kirin. Ji demokratên li rojhilata navîn û rojavayî-navneteweyî jî tiştek nayê fêm kirin. Bi gelemperî, heta bi kêra wan were demokrat in û parêzgeriya demokrasiyê dikin ango bi kar tî nin. Divê ev yek xweş were dîtin û nirxandin. Divê tevger, danûstandin li gorî vê rastiyê were meşandin…

 

Çawa ku Melayê cezerî dibêje;  “Firset ku hat muhlet li nik heram e * Min umrê Nûhê nîne saqî were bi lez xweş.”

 

Digel ku ji konferansa Cinewre û ê mîna wê bê hêvî me jî lê dîsa divê firsendên wiha ji dest neyê berdan û ne li gorî berjewendiyên rêxistinî, belgo li gorî berjewendiyên netewî tevbiger in.  Li gorî min hêvî di yekîtiyê de ye, ne di Cinewrê de ye…

 

Çawa ku berî çendsed salan gorbihuşt Şêx Ehmedê Xanî jî derd û derman wiha vegotibû:

 

Ger dê hebûya me ittîkaqek * Vêkra bikira me înqiyadek

 

Tekmîlî dikir me dîn û dewlet * Tehsîlî dikir me îlm û hikmet

 

Ango; dê bihata zanîn ku kî berx e kî beran e.
Lê bersiv çima û sedemên nebûna vê yekê dîsa ji dil û hestên Ehmedê Xanî tê:
Lew pêkve hemî şeh bêtifaq in * Daîm bi temerrud û şîqaq in.
Xanî, mijara Text û Bext bi hev girê dide û pêhisekê çêdike ku text bandorê li bext dike. Wek nîşe: 
Ger dê hebûya me padişahek * Laiq bidiya Xwedê kulahek 
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek * Zahir vedibû ji bo me bextek 
Hasil bibûya ji bo wî tacek * Elbette dibû me jî rewacek
” 

 

Her qewm û miletekî ku bixwaze hebûn û selteneta xwe ya neteweyî bidest bixe an bidomîne pêwîste berî her tiştî di mijarên neteweyî de ji dêvla berjewendiyên rêxistinî li berjewendiyên netewî xwedî derkeve ku di rêza yekemîn de jî avakirina yekîtiyê ye. Divê zana û revşenbîrên wan jî, di berhem û nivîsên vêjeyî ûhwd. de vê mijarê bidin pêş.

 

Lê sed heyf û mixabin! Çawa ku duhî kesî guh li Şêx Ehmedê Xanî nekiribû, îroj jî kes guh li me nake… Lê dîsa jî em ji çêbûna yekîtiyê ne bê hêvi nin, em hêvidar in ku ev deng here hina û guh lê bikin…

- See more at: http://hurbakis.net/content/hevi-di-cinewre-de-ye-di-yekitiye-de-ye#sthash.WtNT6uyS.dpuf

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Siverek Belediyesinden İmar Planında Keyfi Uygulama
Siverek Belediyesinden İmar Planında Keyfi Uygulama
(GÜNCELLENDİ) Siverek'te Silahlı Kavga: 1 Ölü 2 Yaralı
(GÜNCELLENDİ) Siverek'te Silahlı Kavga: 1 Ölü 2 Yaralı